PeyamaKurd – Berdevka Yekitiya Ewropayê (YE) Nebîla Massralî diyar kir, Yekîtiya Ewropayê ji bo piştgiriya serwerî û yekparçeyiya xaka Iraqê dê li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam be.
Mesralî di civîna çapemeniyê ya ku li baregeha Komisyona Ewropayê hat lidarxistin de bersiva pirsan da û got, "Em ê di çarçoveya piştgiriya xwe ya ji bo serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê de pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin."
Herwiha tekez kir, divê welatên cîran rêzê li serweriya Iraqê bigirin û destdirêjî li ser xaka Iraqê nekin.
Di dawiyê de Messralî got, em êrîş û bombebaranên li ser xaka Herêma Kurdistanê ku Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê berpirsyar e, bi tundî şermezar dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin