PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Afxanistanê ragihand ku di 9 parêzgehên Afxanistanê de di navbera hêzên dewletê û Talîbanê de şer deketiye û di encamê de 228 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 116 endamên Talîbanê birîndar bûne.
Di beyana wezaretê de hat gotin ku di operasyonan de 13 bombeyên ku bo teqînê amade bûn hatine îmhakirin.
Di nav 24 sietên dawiyê de hatibû ragihandin ku li rojhilatê Bakûrê Afxanistanê li bajarê Bedexşanê 5 navçe ketine bin kontrola Talîbanê.
Li gor rêvebiriya Afxanistanê; di nav 2 mehên dawiyê de 50 navçe ketine destê Talîbanê. Talîban dibêje ku 124 navçe ketine destên wan. Li gor rêvebirên cîh; Talîban ji 407 navçeyan 130 yê wan xistiye destê xwe lê Talîban dibêje ku 185 navçe di destê wan de ne.
Heya niha Talîbanê êrîşê navenda parêzgehan nekiriye û li ser bûyerên îro ti agahî nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin