PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis da zanîn, ew ji bo tifaqa berevaniyê xurt bikin, bi Fransa re danûstandinê dikin.
Mitsotakis sala borî ji bo kirîna 18 balafirên şer ên Dassaultî yên Rafale bikire, bi Fransa re peymaneke 2,5 milyar Euroyî çêkiribû û wî diyar kir ku ew ê ji rêvebirîya Parîsê 6 balafirên din ên Rafele bikirin.
Li ser pirsa ka ew ê Yûnanistan û Fransa peymaneke berevaniyê îmza bikin an na, Mitsotakis got, ew ê roja Sêşemê eşkere bibe û diyar kir: ‘‘Em ber bi xurtkirina hevkariya stratejiya Yûnanistanê û Fransa ve diçin.’’
Mitsotakis û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, wê roja Sêşemê daxuyaniyeke hevbeş bidin.
Di navbera Yûnanistan û cîranê wê Tirkiye de, ji bidestxistina hîdrokarbonên li Derya Ege heta bêçekkirina giravan di jimareke mijaran de girjî çêdibin.
Mitsotakis destnîşan kir, ew naxwazin pêşbaziya bidestxistina çekan li dar xin û da zanîn ku piştî kêşeya aborî ya welêt ya deh salan dom kirî, ew dixwazin hêzên xwe yên çekdar modernîze bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin