PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro 19ê Tebaxê bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê û li ber monûmenta Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî el-Muhendîs li Bexdayê civîneke rojnamevanî lidar xist.
Qalîbaf got, “Ez serdana xwe ji vir, ji cihê ku Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî el-Muhendîs lê hatine kuştin dest pê dikim; ev der di dîroka hevbeş a her du aliyan de semboleke girîng e. Ew her du mêrxasên Îran û Iraqê bûn ku navçe ji şerê DAIŞê rizgar kirin.”
Qalîbaf diyar kir, “Îran dê li navçeyê bi hêz bimîne û dijminên me nikarin bigihîjin armancên xwe.”
Herwiha Qalîbaf diyar kir ku ew ê ligel Iraqê pergala hevkariya welatan xurt bikin û da xuyakirin, “Ez ê ligel rayedarên bilind ên Iraqê bicivim. Îran daxwaza hevahengiyê ligel welatên navçeyê dike.”