Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku meheke li bendêne da civaka navdewletî li hemberê êrîşên ser Efrînê tewra xwe li hemberê Tirkiyê deyne.
HSD ji civaka navdewletî gazinan kir û got nema wê li benda tewrên civaka navdewletî bin û dê hêzên xwe ji cepheyên li dijî DEAŞê vekişînin û bişînin Efrînê. Ji hêzên HSDê Ebû Omer Îdlîdî ragihand ku hêzên navdewletî ti tevgerek nîşan nedane û mecbûr mane ku hêzên xwe yên rojhilatê Firatê şandine Efrînê. Îdlîbî weha dewam kir:
“Vekişandina hêzên me, wê bandoreka neyînî li têkoşîna li dijî DEAŞê bike. Ji ber ku niha li Dêrezorê li dijî DEAŞê şerê me berdewame û hêzên DEAŞê niha êrîş dibin ser deverên ku di destê HSDê de ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin