PeyamaKurd – Parlemana Kurdistanê ji ber projeyasaya çaksaziyan dê dema bêhnvedana xwe zivistanê kêm bike.
Parlemana Kurdistanê dê ji serê sala nû de derbasî nav bêhnvedana zivistanê bibe. Heyama bêhnvedana ango betlaneya zivistanê ya parlemanê 2 meh in.
Li gorî agahiyên berdest, parleman dixwaze ji ber projeyasaya çaksaziyan û karên din dema bêhnvedana xwe kurt bike.
Tê gotin ku dê di civîna sibê (24.12.2019) de kurtkirina bêhnvedanê bikeve rojeva parlementeran.
Heya niha nayê zanîn parleman dê çend rojan ji betlaneyê kêm bike lê tê çaverêkirin ku bi kêmanî 15 rojan were kêmkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin