Amerîkayê banga derxistina hêzên biyanî ji Libyayê kir

Amerîkayê banga derxistina hêzên biyanî ji Libyayê kir

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku divê hemû çekdarên biyanî ji Lîbyayê werin derxistin û bang li aliyên derve kir, hêzên xwe yên leşkerî ji Libyayê vekişînin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê de da xuyakirin, divê hemû çeteyên biyanî ji Lîbyayê werin derxistin.

Wezaretê bal kişand li ser beyanemeya Qahîre ya ji bo rawestandina şerê li Lîbyayê û bang li hemû aliyan kir, bi awayekî cidî tevlî danûstandinan bibin.

Herwiha Wezîrê Derve yê Yunanistanê Nikos Dendias îro bi twittekê ragihand ku destwerdana Tirkiyê ya  Lîbyayê, biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî binpê dike û got, wê Yunanistan parastina mafên xwe bike, lê mafên parastina rewa ji NYyê tên xwestin û ew jî ji bo parastina serweriya xwe amade ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin