Çar girtiyên siyasî yên Kurd ragihandin ku ew ê di salvegera çaremîn a qetilkirina Jîna Emînî û destpêkirina serhildana "Jin Jiyan Azadî" de, dest bi greva birçîbûnê bikin.
Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî, Sakîne Parvaneh û Motabal Ehmediyan ên ku li girtîgehên Evîn û Yezdê têne girtin, diyar kirin ku ew grevê wekî rêya herî şaristanî ya nîşandayîna nerazîbûnê dibînin.
Ev çalakî di çarçoveya piştgiriya ji bo banga greva giştî ya ku ji aliyê Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye kirin de pêk tê.
Girtiyan diyar kir ku ew ê di 16ê Îlonê de ji bo piştgiriya greva giştî ya li Kurdistanê dest bi vê çalakiyê bikin.
Hevpeymaniyê bang li gel kiribû ku bi girtina dikan û bazaran tevlî vê protestoyê bibin.