PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Konferansa Asayîşa Munichê de, bi Wezîrê Dewletê yê Karubarê Derve yê Almanyayê Tobias Lindner re civiya.
Serok Nêçîrvan Barzanî di civînê de, ji bilî pîrozbahiya destbikarbûna li posta nû da wekî Wezîrê Dewletê yê Karubarê Derve, bi kurtî di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên proseya siyasî li Iraqê û gefên li ber wê de axivî.
Lindner jî qala proseya dirêjkirina erkê hêzên Almanî li Iraq û Herêma Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe ya ji bo berdewamiya piştgîrî û pêşkêşkirina yarmetî û meşq û rahênana serbazî ya Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da.
Herwiha Serok Nêçîrvan Barzanî li ser biryara dawî ya Dadgeha Bilinda Federaliya Iraqê di derbarê yasaya neft û gaz li Herêma Kurdistanê de, dûpat kir ku wekî herdem Herêma Kurdistanê hewl dide kêşeyan li ser bingeha destûrê bêne çareserkirin.
Mijareke din a civînê, serhildana gef û metirsiya DAIŞê, pirsa koç û rewşa koçberan li ser tixûbên Belarûsya, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê bi giştî bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin