Rojnameya Almanî: Wê Scholz, Macron û Draghî serdana Kîevê bikin

Rojnameya Almanî: Wê Scholz, Macron û Draghî serdana Kîevê bikin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, Serokwezîrê Îtalya Mario Draghî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron beriya Lutkeya G7an serdana paytexta Ukrayna Kîevê bikin.

Nûçeya serdana her sê lîderan bo Ukraynayê ji aliyê rojnameya Bild am Sonntag ve hatiye belavkirin ku nûçeya serdana Kîevê dispêre çavkaniyên hikûmetên Fransa û Ukraynayê.

Hîn derbarê vê serdanê de daxuyaniyeke fermî ji aliyê her sê welatên Almanya, Fransa û Îtalyayê ve nehatiye dayîn.

Heger serdan pêk were, ev dibe yekem serdana piştî 24ê Sibata borî destpêkirina êrîşên Rûsyayê bi ser Ukraynayê de ku hîn jî berdewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin