PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îspanyayê ragihand ku Îspanya tevlî hevpeymanîya pirneteweyî ya ku di bin serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de li dijî êrîşên Hûsiyan ên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor pêk tên, nabe.
Washingtonê berî demekê ragihandibû ku hevpeymanîya ku di bin serokatîya DYAyê de hatiye sazkirin, wê bi beşdarîya 10 welatan pêk bê û ev hevpeymanî wê li Deryaya Sor, li dijî êrîşên Hûsîyan operasyonên hevbeş ên deryayî pêk bîne.
Hatibû ragihandin ku Îspanya jî yek ji wan 10 dewletên ku di hevpeymanîyê de beşdar in.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Îspanyayê ragihand ku Îspanya tevlî wê hevpeymanîyê nabe lê belê ji bo tevlînebûna Îspanyayê ti sedemekî negot.
Tê payîn ku sedemê biryara tevlînebûna hevpeymanîyê ya Îspanyayê siyaseta navxweyî ye, ji ber ku Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez di pêvajoya avakirina hikûmeteke hevpeymanîyê de ye û ger ku bixwaze bibe desthilatdar, pêdivîya wî bi piştgirîya Partîya Çepgir Sumarê heye û ev partî jî dijberê DYAyê ye.
Her wiha piştî Îspanyayê beşdarnebûna xwe ya vê hevpeymanîyê ragihand, Hûsîyên girêdayî rejîma Îranê ku li Yemenê desthilatdar in, bi daxuyanîyekê kêfxweşîya xwe ya ji bo biryara Îspanyayê diyar kirin. Hûsîyan di vê daxuyanîyê de gotin ku "Em qebûl nakin ku Îspanya li Deryaya Sorî têkeve nava derewên Amerîka û Îngîlîstanê."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin