PeyamaKurd - Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê pêşwazî li yekxistina Hêzên Pêşmergeyan dike û ev gav wekî gaveki girîng bo xurtkirina yekrêziya dezgehan û çespandina seqamgiriyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi nav kir.
Hevpeymaniya Niştimanî, di heman demê de ev gav bo xurtkirina yekrêziya dezgehan û çespandina îstiqrara li Herêma Kurdistanê û Iraqê wekî pêdivî bi nav kir.
Di daxuyaniyê de, rola niştimanî ya Hêzên Pêşmergeyan û qurbanîdanên di rûbirûbûna xeteriyan de pêşkêş kirine bilind hate nirxandin û hate tekezkirin, yekxistina wan hêzan di çarçoveya dezgeheke leşkerî ya yekgirtî de, ku li ser bingehê pîşeyî û dîsîplînê kar dike, bo bilindkirina astê ewlehî û seqamgiriyê gaveke girîng e.
Yekxistina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de, 21ê Îlonê bi merasîmeke taybet li Serokatiya Herêma Kurdistanê hatibû ragihandin.