Serokê MHPê efûya wî xwestibû: Polîsan operasyon li ser kir

Serokê MHPê efûya wî xwestibû: Polîsan operasyon li ser kir

PeyamaKurd - Polîsên tirk li 11 bajaran operasyonek bi ser alîgir û hevkarên serokê mafyayê Alaatîn Çakici de da destpêkirin û 24 gumanbar hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku di encama operasyona li 11 bajarên Tirkiyê de, 24 gumanbarên bi rêxistina sûc a Alaatîn Çakici re têkildarin hatine binçavkirin.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçelî ev demeke dixwaze bi derxistina efûyeke giştî re serokên çeteyên mafyayên wekî Sedat Peker, Alaatîn Çakici û alîgirên wan ji girtîgehan werin berdan.

Ev daxwaza Bahçelî ji aliyê AKPê ve nehatibû qebûlkirin û bibû sedema dubendiyê di navbera herdu partiyên tifaqa hilbijartinê kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin