2 kêr li serokê MHPê yê bajarê Hakkariyê ketin

2 kêr li serokê MHPê yê bajarê Hakkariyê ketin

PeyamaKurd – Serokê MHPê yê bajarê Hakkariyê Fatih Öztepe, li navça Geverê (Yüksekova) dema di navbera du kesan de pevçûn çêbû, xwest wan ji hev veqetîne lê di navbera her du kesan de kêr lê ket. Rewşa wî niha baş e.

Rûdan li gundê Geverê li gundê Şaqitanê qewimî. Piştî Göztepe birîndar bû, wî birin nexweşxanê, niha wî derman dikin û rewşa wî baş e. Fatih Öztepe, piştî rûdanê di ser hesabê xwe yê medya civakî de, rewşê ragihand. Öztepe got:

“Do seet di navbera 19.30-20.00an de ciyekî ku ez lê mêvan bûm, di navbera du kesan de pevçûn derket. Dema min wan ji hev vediqetan, 2 kêr li min ketin lê birîn sivik in. Rewşa min gelek baş e. Kesên xeberên derew belav kirine, min di derbarê wan de pêvajoya hûqûqî daye destpêkirin.”