Sefîn Dizeyî: “Eslê wan nûçeyan tine ye”

Sefîn Dizeyî: “Eslê wan nûçeyan tine ye”

PeyamaKurd- Di ser hinek dezgeyên medyayê yên Kurdistanê de hat belavkirin ku ‘roja çarşemê komîsyona xaz û petrolê ya Kurdistanê civîn kiriye û di civînê de biryar hatiye dayîn ku Kurdistan rojê 250 hezar varêl petrolê bide şîrketa Iraqê SOMO yê.’

Berdevkê hukumeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser xeberên di medyayê de derketine, beyanekî belav kir. Dizeyî di peyama xwe de weha got:

“Gotinên do ku di derbarê encama civîna komîsyona xaz û petrolê ya Kurdistanê, di medyayê de hatin belavkirin, ti rastiya wan tine. Civîna ku do çêbû, civîna rûtîn ku çawa daîma çêdibin, yek ji wan civînan bû. Hukumeta Herêma Kurdistanê çawa her dem dibêje; amade ye ku pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê bi hukumeta federal ya Iraqê re çareser bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin