Serokwezîra Meloni: "Afrîka ji bo me ciyekî stratejik e”

Serokwezîra Meloni: "Afrîka ji bo me ciyekî stratejik e”

PeyamaKurd – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ragihand ku Awrûpa li Afrîkayê gelek paşde maye, Afrîka ji bo Îtalyayê û hem ji bo Awrûpayê ciyekî stratejîk e. Melonî ji bo 2 rojan seredanekî farmî ji bo Etiyopyayê kir, bi serokwezîrê Etiyopyayê bi Abiy Ahmed û bi serokkomarê Somaliyê Hasan Şêx Mehmûd re tevlî civînê bû û ji bo çapemeniya Îtalyayê li Adis Ababayê di dibistana Îtalya de daxwuyanî da. Melonî tewrê Awrûpayê yê li hemberê Afrîkayê rexne kir û got:

“Awrûpa li Afrîkayê dereng maye. Bêguman Afrîka ji bo me ciyekî stratekîk e. Îtalya dixebite da teşwîq bike. Divê mirov vêya fêm bike û telafî bike. Ji bo welatên Afrîkayê pêşde herin, em dixebitin da mijarê rohnî bikin û Îtalya dikare di mijarê de li sefa pêş ciyê xwe bigre.

Weka ku tê zanîn na lê bi eksa wê di hinek rewşan de li Afrîkayê hatiye mijandin û Afrîka xwediyê alavan nîne da dewlemendiyên xwe derxe ser rûyê erdê. Bi van dewlemeniyên xwe dikare bi aramî bijî.

Pirsgirêka koçberiyê ya Afrîka heye. Îro li Etiyopyayê ji 1 milyonî zêdetir koçber hene. Ew neteweyên ku ji bo me jî stratejîkin, eger em destekê nedin wan, wê pirsgirêk heya cem me were. Îtalya vê mijarê baş dizane ji ber welatê herî nêz em in.

Gera min a Etiyopyayê gelek baş derbas bû, eleqeyekî baş ji bo Îtalyayê heye, em dixwazin di mijarên avahiyên bingehîn, çandinî û tûrîzmê de bi herêmê re bixebitin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin