PeyamaKurd – Polîtburoya PDK li ser 61em salvegera Şoreşa êlûnê ya sala 1961an de destpêkiribû û bi peymana 11 ê adara sala 1970 yan bi dawî bû bû û bi gelek destkeftiyên Kurdan encam dabû, daxwuyaniyekî belav kir.
PDK di daxwuyaniya xwe de got ku Şoreşa êlûnê yekem şoreşa Kurdistanê ye ku destkeftiyên leşkerî kir destkeftiyên siyasî. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku rêvebiriya Iraqê dev ji sozên xwe berdaye, mafên xelkê Kurdistanê nasnake, derbê li hevpariya mafên di destûra Iraqê de hene dixe û weha dewam kir:
“Ber li rêyên me yên têkoşîna sîvîl girt. Li hemberê xelkê Kurdistanê bi îşxalê, agir, hesin û şer bersivê da.
Di 11 ê êlûna sala 1961an de, bi serpereştiya Mele Mistefa Barzanî xelkê Kurdistanê, ji bo parastina Kurdistanê, ji bo parastina mafê xwe, axa xwe, desthilata xwe, dahatûya xwe, şerefa xwe û ji bo pîroziya xwe biparêze dest bi şerê çekdarî kir.
Şoreşa êlûnê di dîroka gelê Kurdistanê de şoreşa herî dirêj, herî berfireh û bi encam bû. Heya niha bê ku ferqekî bixin navbera terefên olî, etnîkî û pêkhateyên siyasî, em bi bi vê şoreşê serbilindin. Mezinahiya şoreşê û vateya wê ya piralî wisa bi kûrahî xwe xistiye nav dîrokê, ji nifşekî bo nifşekî din bûye hînker û bûye çavkaniya dersên mezin.
Pêşmerge li hemeberê IŞİD ê destanên mezin nivîsandiye, PDK û Pêşmerge têkoşîna xwe dewam dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin