Nasiriye | Agir bi Binkeya Esmanî ya Îmam Elî ket

Nasiriye | Agir bi Binkeya Esmanî ya Îmam Elî ket

PeyamaKurd – Li Nasiriye ya parêzgeha Zîqarê, agir bi Binkeya Esmanî ya Îmam Elî ket.

Medyaya fermî ya Iraqê diyar kir: “Agir bi beşa mana karmendan û sê depoyên li nav binkeya ketiye û çend karavanên taybet bi xwendekarên hêza esmanî şewitîne, lê belê zerar tenê maddî ne û ti zerarên canî çênebûne.”

Herwiha hejmarek otomobîlên berevaniya sivîl çûne cihê bûyerê û hewl didin şewatê kontrol bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin