PeyamaKurd - Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab ragihand ku ew geşbînin di demeke nêzîk de ligel hikûmeta federal a Iraqê bigihin rêkeftinê.
Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab îro Yekşemê dema pêşwazîkirina konsûlê giştî yê Tirkiyê li herêma Kurdistanê Hakan Karaçay got, “Em wek Herêma Kurdistanê xwedî pêwendiyên dîrokî ne ligel Tirkiyê. Em dixwazin ji aliyê aborî ve pêwendiyên me bêhtir pêş bikevin û em pêşwaziyê li hilberîner û bazirganên Tirkiyê dikin ku hilberîna zêdetir li herêma Kurdistanê bikin. Ji ber li herêmê jîngeheke baş a hilberînê heye di hemû sektorên aboriyê de.”
Awat Şêx Cenab li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî wiha got: “Di kûrahiya stratejiya vê kabîneya herêma Kurdistanê de Bexda hebûye, ji ber wê jî em dixwazin pirsgirêkan li Bexdayê bi awayekî bingehîn çareser bikin. Em geşbînin di demeke nêzîk de ligel Bexdayê em bigihin rêkeftinê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin