Wezîrê Kurd: Hêvîdarim em îro bi Bexdayê re bigihin rêkeftina dawî

Wezîrê Kurd: Hêvîdarim em îro bi Bexdayê re bigihin rêkeftina dawî

PeyamaKurd - Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab, ragihand ku bi armanca rêkeftina projeyasaya budçeya sala 2020an a Iraqê çûne Bexdayê û hêvî dikin ku îro bigihin rêkeftina dawiyê.

Awat Şêx Cenab ku seroktiya şanda herêma Kurdistanê ya bo Bexdayê dike ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, ew bi armanca guftûgokirina projeyasaya budçeya sala 2020an a Iraqê çûne Bexdayê û got, civînên îro temamkirina civînên çend rojên borî ne û hêvî xwest ku îro bigihin rêkeftina dawiyê.

Wezîrê Kurd li ser nûçeyên medyayê red kir ku ti rêkeftinek heta niha di navbera herdu hikûmetên herêma Kurdistanê û Iraqê de hatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin