Yûnanistan: Ji bo Herêma Kurdistanê derfete ku xazê sewqî Awrûpayê bike

Yûnanistan: Ji bo Herêma Kurdistanê derfete ku xazê sewqî Awrûpayê bike

PeyamaKurd – Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî li Yûnanistanê li bajarê Delfî yê bi wezîrê karên derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias re hevdîtinekî kir. Heyeta Kurdistanê ya di bin serpereştiya Qubad Talabanî de li Defiyê tevlî Forma Darayî ya Delfiyê bû û bi gelek rêvebiran re hevdîtinan kir.

Di hevdîtina Talabanî û Dendias de ji bilî babeta enerjiyê li ser têkiliyên aborî yên navbera Hewlêrê û Atînayê axaftin kirin. Di hevdîtinê de behsa xaz û petrola Herêma Kurdistanê hat kirin û wezîr Dendias got ku ji bo Herêma Kurdistanê derfete ku xaz û petrola Herêma Kurdistanê bidin Awrûpayê û ev derfetekî dîrokiye.

Talabanî jî di axaftina xwe de got ku mijar raste lê di mijara xaz û petrolê de Hewlêr û Bexda lihev nakin û divê ewilî pirsgêrêka navbera her dû aliyan çareser bibe.

Di axaftinê de hat gotin ku veberhênerên Yûnanistanê dikarin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin û hukumeta Herêma Kurdistanê temamê derfetan ji bo wan seferber dike.

Di hevdîtinê de lihev kirin ku di navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê de seferên balafiran yên rêwiyan raste rast bidin destpêkirin. Her weha behsa avakirina hukumeta nû ya Bexdayê jî di axftinan de hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin