Herzog: Rewsa Îsraîlê, gelek xeternak e!

Herzog: Rewsa Îsraîlê, gelek xeternak e!

PeyamaKurd- Serokomarê Îsraîlê Îshak Herzog, piştî plana hikûmetê ya ji bo reforma dadweriyê hişyar kir û da zanîn ku dibe li Îsraîlê rewşên ku encamên siyasî, aborî û ewlehiyê gelek metirsîdar bin, peyda bibin.

Di rojnameya Îbranî Îsraîl Today de hat diyarkirin ku Îshak Herzog di merasîma ku ji aliyê Şaredariya Til Avivê ve ji bo "hevaltiya rûmetê" hat lidarxistin de daxuyanî da.

Li gorî nûçeyê, Herzog diyar kir ku ew dixwazin li ser nakokiya navxweyî ya ku niha wan ji hev qut dike de çend gotinan bibêje û wiha axivî:

"Em di rewşeke gelek xeternak de ne. Dibe ku ev yek encamên siyasî, aborî, civakî û ewlehiyê bi xwe re bîne. Ji bo derketina ji qeyrana civakî û destûra bingehîn a ku ew tê de ne, me hewildaneke mezin daye.”

Herzog bi bîr xist ku ew bi hemû aliyên qeyranê yên ji hikûmeta koalîsyonê û opozîsyonê re hatin cem hev û destnîşan kir ku rewş gelek nîgeran û dijwar e û pirsgirêk bi çareseriya siyasî ve ne girêdayî ye lê divê xebateke mezin bê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin