Bi mosekan êrîsî binkeya leskerî ya Zilêkan a artêsa Tirkiyê kirin

Bi mosekan êrîsî binkeya leskerî ya Zilêkan a artêsa Tirkiyê kirin

PeyamaKurd Komên çekdar bi moşekan êrîşî binkeya leşkerî ya Zilêkan a artêşa Tirkiyê ya li parêzgeha Nînowa kirin.

Medya Iraqê daye zanîn, îro 03.02.2022yê hejmarek moşek ji binkeya leşkerî ya Zilêkan a li sînorê bajarokê Başîk a parêzgeha Nînowa hatin avêtin.

Heta niha zanyarî derbarê ziyanên canî û madî ya êrîşa moşekî de nehatine belavkirin û tu koman jî berpirsyartiya wê êrîşê negirtiye ser xwe.

Hêjayî gotinê ye, ew êrîşa moşekî piştî êrîşa berfireh a balefirên şer ên Tirkiyê ya li ser binke û baregehên PKKê pêk hat.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin