Latif Resîd: Wê ji bo Kurdistan û Iraqê peyama min hebe

Latif Resîd: Wê ji bo Kurdistan û Iraqê peyama min hebe

PeyamaKurd – Serokkomarê nû yê Iraqê Latif Reşid ji bo medyayê ragihand ku wê hevdîtinên wî bi herkesî re bibe û peyamên wî hebin ku bide Kurdistanê û Iraqê. Reşid ragihandina xwe di merasima li Koşka Selam de bo medyayê kir.

Di merasima serokkomariyê de rêvebirên di asta bilind de yên PDKê, YNKê, serokê parlementoyê Muhammed Helbûsî û cîgirên wî, serokên grûbên partiyên parlementoyê, fermandarên leşkerî û serokkomarê berê yê Kurd Fûad Mehsûm amade bûn. Hevjîna serokkomarê nû Şanaz Îbrahîm, keça wê, kurê wê, bûka û neviyê wê di merasimê de amade bûn.

Ji ber şaşiya teqwîmê, Berhem Salih nikaribû tevlî merasimê bibe. Piştî merasimê Reşîd ji bo Rûdawê got:

“Ji bo hemû terefan silav û rêzên min hene. Wê bi herkesî re hevdîtinên min yên dirêj hebin. Ji bo temamê Kurdistanê û Iraqê dê peyamên min hebin. Înşallah ez ê di wextekî kurt de bernama xebata xwe amade bikim û berpirsiyariyên xwe bi temamê Iraqê û Kurdistanê re parve bikim.”

Latif Reşîd çawa bû serokkomar, yekser wezîfa damezrandina hukumeta nû da terefên Şîayan da Muhammed Şiya es-Sudani. Sûdanî wê di nav 10 rojan de encumena xwe ragihîne û para Kurd û Sunniyan destnîşan bike. Li ser mijarê parlementerê Çarçoveya Koordînasyonê Aswan Kildanî bo Rûdawê ragihand:

“Wê navên namzedên wezîran vê hefteyê pêşkêş bikin. Ji bo lihevkirinê şertên gelek baş hene.”

Sûdanî divê di nav mehekî de kabîna xwe ava bike û bixe ber dengên parlementoyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin