YSK jimara sindoq û dengdêrên 14 gulanê ragihand

YSK jimara sindoq û dengdêrên 14 gulanê ragihand

PeyamaKurd – Rêvebiriya Bilind ya Hilbijartinê (YSK) jimara sindoq û hilbijêrên ku di 14 ê gulanê de ji bo serokkomar û parlementeran dengan bidin ragihand. Li gor ragihandina YSK ê; li nava Tirkiyê wê 190.736 sindoq bên danîn û di sindoqan de wê 61 milyon 904 hezar û 499 hilbijêr dengên xwe bidin.

Ji bilî nav Tirkiyê, wê li derveyê welat jî 4.969 sindoq bên danîn û wê 3.286.786 kes dengên xwe bidin. Biryarname di rojnama fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin. Ji bo kexezên (pusula) çapkirina serokkomariyê, wê di 12 ê nîsanê de û ji bo ya parlementeriyê wê di 19 ê nîsanê de dest bi çapa kaxezan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin