Zêbarî: Vê carê wê xwepêsandanên Iraqê wekî yên Lubnanê bin

Zêbarî: Vê carê wê xwepêsandanên Iraqê wekî yên Lubnanê bin

PeyamaKurd - Siyasetmedarekî kurd Zêbarî dibêje, Iraqî dixwazin dîsa dest bi xwepêşandanê bikin. Xwepêşandanên vê carê dê mîna yên Lubnanê bin.

Siyasetmedarê kurd, Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe ya Twîtterê ragihandiye, Iraqî dixwazîn roja 25 vê mehê dîsa dest bi xwepêşandanê bikin li dijî hejarî, bêkarî, nebûna xizmetguzarî, gendelî, rola Îranê û xirabiya rêveberiya welat.

Zêbarî, ku endamê polîtburoya PDKê ye jî, her wiha gotiye, xwepêşandanên vê carê di gelek aliyan de mîna xwepêşandanên Lubnanê ne. Lê mirov dikare bi rêveberiyek serkeftî pêşiya vê yekê bigire.

Destpêka vê mehê li Bexda û gelek bajarên din yên Iraqê xwepêşandan li dijî hikûmeta wî welatî hatin kirin. Di xwepêşandanan de zêdetirî 100 kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Ev çend roj in li Lubnanê jî xwepêşandanên mezin li dijî hikûmetê tên kirin. Xwepêşander dibêjin, tevahiya dezgehên dewlet û hikûmetê tijî gendelî bûne ji ber wê jî  daxwaz dikin her tişt were hilweşandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin