Çavdêrîya Mafê Mirovan ya Suriyê (SOHR) ragihand ku fermandarekî koma Ceyş el-Îslam (Artêşa Îslamê) alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk de (HSD) li Serêkaniyê hatiye kuştin.
SOHR'ê dîyar nekir ku navê feramandarê hatiye kuştî çi ye, lê da zanîn ku ew di pevçûnên li gundewarên Serêkanîyê de hatiye kuştin.
SOHR da zanîn ku Ceyş el-Îslam yek ji komên herî hêzdar yên li Şamê û derdora wê bû û deverên berfireh yên li Guta jî kontrol dikir.
Piştî peymana navbera Rûsan û Tirkan, Ceyşh el-Îslam ji herêmên bin kontrola xwe yên wekî Heleb û Guta derket û çû tevlî operaysonên “Mertala Firatê” û “Şaxê Zeytûnê” ku Tirkiyê li dij Rojava da dest pêkirin, bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin