SOHR: Îsraîlê li nav axa Sûriyeyê 57 êrîş pêk anîn

SOHR: Îsraîlê li nav axa Sûriyeyê 57 êrîş pêk anîn

PeyamaKurd - Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê ji destpêka sala 2026an vir ve li ser axa Sûriyeyê çalakiyên xwe yên leşkerî bêwestan berdewam kirine.

Hat diyar kirin ku van êrîşan bi awayên cûda êrîşên hewayî, yên erdî û operasyonên leşkerî rû dane û ji parêzgehên başûr ên wekî Dera û Quneytîreyê heta kûrayiya axa Sûriyeyê, anku gundewarê Şamê û firokxaneya leşkerî ya Ebû Zuhûrê ya li rojhilatê Idlibê berfireh bûne.

Li gorî daneyên ku SOHRê tomar kirine, di vê heyamê de Îsraîlê bi giştî 57 êrîş (6 êrîşên hewayî û 15 operasyonên erdî) pêk anîne û nêzîkî 31 armancên leşkerî yên wekî embarên çekan, baregeh û wesayîtên leşkerî kirine hedef.

Di encama van êrîşan de heta niha 5 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kesên din jî birîndar bûne.