PeyamaKurd - Hizbullah ragihand ku wê 67 êrîş li dijî yekîneyên leşkerî yên Îsraîlê li başûrê Lubnanê û gelek deverên bakurê Îsraîlê pêk anîne.
Daxuyanî derbarê êrîşan de li ser hesabê Telegramê yê Hizbullah hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku leşkerên Îsraîlê û wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê, di nav de 8 tankên Merkava, bi dron, topxane û roketan li bajarokên Dixayra, Tayba, Hiyam, Debil, Merkeba, Maroun al-Ras, Beyt Lif, Qewzah û Alma al-Şaab li başûrê Lubnanê hatine hedefgirtin.
Herwiha hat gotin ku gelek roket li Baregeha Kela û wargeha Katzrin li Bilindahiyên Golanê yên ji aliyê Îsraîlê ve hatine dagirkirin hatine avêtin.
Li bakurê Îsraîlê êrîş hatin ragihandin ku bajarê Safed û wargehên Metula, Merc, Misgav Am, Kiryat Shmona, Maalot Tarşîşa, Nehariye, Dafna, Galîleya Jorîn, Kermîel û Krayot hedef girtine.
Herwiha li bakurê Îsraîlê li dijî Baregeha Hewayî ya Meron û baregeha Beit Helel jî êrîş hatin ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 67 êrîş li dijî hedefên Îsraîlê bi karanîna dron, roket û topan hatine kirin.