PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Swêdê Pal Jonson, serdana xwe ya Tokyoyê de diyar kir ku armanca sereke ya welatê wî, endamtiya tekûzkirî ya NATOyê ye.
Pal Jonson, li Tokyoyê bi hevtayê xwe yê Japonî Yasukazu Hamada re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Jonson eşkere kir ku ew ji tevlîbûna tifaqê heta lûtkeya NATOyê ya ku dê di 11-12 Tîrmehê de li paytexta Lîtvanyayê ya Vilniusê bê lidarxistin bi hêvî ne û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:
"Hewila herî sereke ya hikûmeta Swêdê ew e ku di demeke nêzîk de bibe endamê NATOyê.”
Jonson diyar kir ku ew rêzê li biryara Tirkiye û Macarîstanê digirin û qanûnên nû yên têkoşîna li dijî terorê hene ku dê fikarên Tirkiyeyê bi dawî bînin û got,
“Em wisa difikirin ku bi endambûna Swêdê ya tekûzkirî ya NATOyê re dê baskê bakur ê tifaqê xurt bibe."
Jonson bal kişand ku ew ê bi çekan piştgiriya Ukraynayê berdewam bikin û ev yek ji bo wan girîng e û diyar kir ku serkeftina Rusyayê ya di şerê Ukraynayê de; ji bo Swêd û polîtîkaya ewlehiyê ya Ewropayê dibe karesat.
Wezîrê Swêdê amaje bi wê yekê jî kir ku beşdarbûna welatê wî ya NATOyê, dê pêwendiyên wê bi Amerîka û Japonyayê re jî bihêztir bike û got,
“Swêd û Japonya, di van rojan de bi heman kêşeyan re rû bi rû ne. Ji ber ku şerê Rusya û Ukraynayê, Ewropa-Atlantîk û Hind-Pasîfîk li hev hanî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin