PeyamaKurd – Parêzgarê herêma Luhansk a rojhilatê Ukraynayê Sergey Gaday bi peyamekê diyar kir, hêzên Rûsî xwe ji bo êrîşeke mezin li ser hêzên Ukraynayê li wê herêmê amade dikin.
Li gor peyama vîdyoyî ya Gaday: “Em dibînin ku hêzên li hemû aliyan, refên xwe xurt dikin û sotemeniyê dadigrin. Em dizanin ku ew xwe ji êrîşeke mezin re amade dikin.”
Herwiha da zanîn: “Bombebaran berdewam e. Şeva borî hewildanek ketina Robîjnî (nêzîkî Luhanskê) hebû, lê ji aliyê hêzên me ve hat şikandin û gelek tank hatin rûxandin û bi dehan termên leşkerên Rûsî li erdê ne.”
Parêzgarê Luhanskê eşkere kir, do du xwebexş hatin kuştin û dêrek hat bombebarankirin û du rahîb birîndar bûn.
Gaday bang li xelkê herêmê kir ku ji malên xwe derkevin û got: “Îro min hezar kes derxistin. Ji kerema xwe li bendê nemînin ku malên we bên bombebarankirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin