PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 24ê Kanûnê bi boneya serê sala nû ya zayînî û jidayikbûna Hezretî Mesîh peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serok barzanî di peyama xwe de, tekezî li ser kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û biratiya navbera pêkhatên Kurdistanê kir.
Serok Barzanî got: “Bi helkefta serê sala nû ya zayînî û cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh (silavên xwedê li ser bê), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xûşk û birayên Krîstiyanên li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim.”
Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî destnîşan kir: “Di vê helkeftê de tekez li ser kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya wê yekê dixwazim xûşk û birayên me yên Krîstiyan hemû cejn û helkeft û xweşiyên xwe li aramî û tebayiyê da pîroz bikin.”
Serok Barzanî got: “Hêvîdar im ev helkeft destpêkek bê ji bo hemû mirovayetiyê ku li sîtemkarî û pejik û nexweşiyan rizgar bibê û aştî û aramî û pêşketin li navçeya me û cîhanê da berqerar be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin