PeyamaKurd - Serokê Partiya Demokrat ya Lîberal (LDP) Yoshihide Suga weke serokwezîrê nû yê Japonyayê hat hilbijartin.
Suga di rûniştina awarte ya Civata Nûneran de, bi 465 kursî, ku piraniya wê di destê LDP'ê de ye, 314 deng sitand.
Ger tu guherîn çênebe, Suga dê heta hilbijartinên giştî yên Îlona 2021'an li ser kar bimîne.
Temamê kabîneya Serokwezîrê berê Shinzo Abe, ku ji ber kêşeyên tendurustiyê vekişîbû, karvekişîna xwe ragihandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin