Muharrem Înce: HUDA PAR jî bi qasî PKKê xeternak e

Muharrem Înce: HUDA PAR jî bi qasî PKKê xeternak e

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce, di derbarê HUDA PARê ya ku beşdarî Tifaqa Komarî ya desthilata Tirkiyeyê bû de daxuyanî da. Înce got, “Ez HUDA PARê, bi qasî PKKê xeternak dibînim."

Muharrem Înce, li ser sindoqa ku partiya wî ji bo hilbijartina namzediya serokomariyê çûbû axivî û got ku "Armanca me ya yekemîn, şandina Erdogan e. Armanca me ya duyemîn jî desthilatdarî ye. Ji ber vê yekê jî di şerê navbera Tifaqa Milet û Erdogan de bila Tifaqa Milet bersivê bide.”

Înce di derbarê piştgiriya HUDA PARê ya ji bo Tifaqa Komarî de jî axivî û got, “Ez bi qasî PKKê xeternak dibînim, ev eşkere ye."

"Banga siyasî ya Hizbullahê"

Muharrem Înce got, "Ji bo ku hûn ji cihê xwe ranebin, bi HUDA PARê ku baskê siyasî yê Hizbullahê ye re ketin tifaqê. Em ê we ji wan kursiyan daxînin. Em ê hestiyên Xefar Okkan di bin axê de neêşînin. Em ê tu car nehêlin yekparçeyiya Komara Tirk a laîk û demokratîk a ku nayê parçekirin, were desteserkirin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin