Ji HUDA-PARê banga çekdanînê bo PKKê: Her çiqas îhtimaleke dûr be jî…

Ji HUDA-PARê banga çekdanînê bo PKKê: Her çiqas îhtimaleke dûr be jî…

PeyamaKurd – Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) di daxuyaniyeke xwe ya ku nirxandina rojevê dike de, bûyera 12ê Îona 2019an a teqandina mînîbusekê li navçeya Diyarbekir Pasûrê şermezar kir ku 7 kesan tê de can dabû û 10 kes jî birîndar bûbûn.

HUDA-PARê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ku di nav 35 salên dawiyê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber şer û pevçûnan bi deh hezaran sivîl hatine kuştin û got, “Mixabin hinek derdor rêbaza tundiya bi korîtî hîn jî mazûr dibînin.”

Di daxuyaniya xwe de HUDA-PARê bang li PKKê kir û got, “Her çiqas îhtimaleke dûr be jî, heger rêxistina çekdar wekî îdia dike berjewendiya gelê Kurd difikire, divê rêbaza bikaranîna çekê ku zirara herî mezin dide Kurdan ji nav bijardeyan derxe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin