Zelenskiy: Heya Putin bi binkeve, em ê her rêyê biceribînin

Zelenskiy: Heya Putin bi binkeve, em ê her rêyê biceribînin

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy ji Kîevê bi rêya telekonferansê xîtabê Kamara Awamê ji bo parlementerên Îngîlîz kir, bi Ûkraynî axifî û wergera Îngîlîzî hat kirin. Zelenskiy xwest ku Îngîltere dorpêçên ser Rûsya zêdetir bike û têkoşîna welatê xwe weka çawa Îngîltere di şerê cîhanê yê yekem de hewl dida, dirûvê wan bi hev xist. Zeleneskiy weha got:

“Em xwe nadin paş. Em ê wenda nekin û di bejayiyê û deryayê de, heya ji me bê em ê şer bikin. Her çi dibe bila bibe em ê ji bo axa xwe şer bikin.

Di roja yekem de siet di 04.00 ê sibê de bi fuzeyên seyrê êrîşê me kirin. Herkes şiyar bû, mirov, zarok, temamê Ûkraynayê. Ji wê çaxê de em ranazên. Paşî ji hewa de êrîşê me kirin, xwestin em dev ji çekan berdin û Ûkraynî şerê xwe dewam kirin.”

Zelenskiy behsa şerê xwe yê roj bi roj kir û got ku wê li daristanan, di araziyan de, li peravan û kolanan de şerê xwe dewam bikin. Her weha ji bo desteka Îngîltere sipasiya serokwezîr Johnson kir û xwest ku Îngîltere Rûsyayê weka dewletekî terorîst nas bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin