Swêd: Em ê bi Tirkiyê re diyalogeke nû ya dualî ya ewlehiyê ava bikin!

Swêd: Em ê bi Tirkiyê re diyalogeke nû ya dualî ya ewlehiyê ava bikin!

PeyamaKurd Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, piştî civîna sê alî ya Tirkiye, Swêd û NATOyê ya li Vilniusê, têkildarî biryara Tirkiyeyê ya şandina protokola endamtiya NATOyê ya Swêdê ji TBMMê re jî got, "Ji bo Swêdê rojek baş e. Em ê diyaloga ewlekariya dualî ya nû ya bi Tirkiyeyê re ku formateke hevkariyê ye va bikin."

Berî Lûtkeya NATO ya li Vilniusa paytexta Lîtvanya, Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson piştî hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re derbarê serlêdana welatê xwe ya ji bo endamtiya NATOyê de nirxandin kirin.

Kristersson da zanîn, ji bo erêkirina endamtiya Swêdê ya NATOyê gaveke pir mezin hatiye avêtin û got, ew ê bi Tirkiyeyê re diyalogeke nû ya ewlehiyê ya dualî ku formateke hevkariyê ye, ava bikin.

Kristersson bal kişand ser wê yekê ku Swêd wê li gorî sozên ku li Madrîdê daye Tirkiyê bi cih bîne. "Ev peywira Swêdê ya demdirêj e. Ji bo ku em bibin endamê NATOyê ev ne tiştekî ye ku em bikin."

Kristersson da zanîn, di hevdîtinê de têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) jî hatine axaftin û got, "Em weke Swêd piştgiriyê didin pêvajoya Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê. Em ê piştgiriya Yekîtiya Gumrukê ya nûjen û serbestkirina vîzeyê bidomînin."

"Me bi Tirkiyeyê re li hev kir"

Kristersson bal kişand ser provokasyonên şewitandina Qur'anê yên li Swêdê û wiha got: "Ev provokasyon ji bo Swêd nekeve NATOyê hatin kirin. Herwiha ji bo heqareta li Tirkiyeyê û Mislimanan bikin hatin kirin. Bi ya min kesên ku ev yek kirine divê bên ser hişê xwe. bibînin ku em di cîhanek xeternak de dijîn."

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billström jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û got, "Piştî danûstandinên îşev ên li Vilniusê, me bi Tirkiyeyê re li hev kir ku Swêd bibe endamê NATOyê. Ev tê wê wateyê ku pêvajoya endamtiyê wê destpê bike."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin