Rûsya li Qamislo baregeha esmanî ya bi sîstema berevaniyî parastî ava dike

Rûsya li Qamislo baregeha esmanî ya bi sîstema berevaniyî parastî ava dike

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku wan dest bi avakirina baregeheke esmanî ya leşkerî li bajarê Qamişlo kiriye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, wê baregeha li bajarê Qamişlo bi sîstema berevaniya esmanî ya moşekan parastî be û heta niha jî 3 helîkopter lê hatine bicihkirin ku mebesta wan berfirehkirina gerên çavdêriyê yên li parêzgeha Hesekê ye.

Medya Rûsî beriya niha ragihandibû ku Rûsya dixwaze Balafirxaneya Qamişlo ji bo dema 49 salan kirê bike û tê de jî sîstema parastina esmanî bicih bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin