PeyamaKurd – Serokwezîrê Hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo tevlî ‘Zîrwa Hukumetên Dinyayê ya 2024’ ya li Îmaratan bibe, çûbû Dubaiyê û di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku di Zîrwê de ragihandina Kurdistanekî xwediyê vîzyoneka xwurt kiriye. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê Xê de weha got:
“Bi sedema çûna Dubaiyê gelek kêfxweşim. Me îsal têkliyên xwe bi hevkarên xwe xwurt û kûrtir kir, me pirên nûh danî û me ragihandina Kurdistanekî vizyona wê xwurt kir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin