PeyamaKurd- FBI ya Amerîkayê bi sedema dema vîze xwestina biyologê Çînî Juan Tang gotibû ku ew di seredana xwe de agahiyên şaş daye û gotiye ku ew di artêşa Çînê de nexebitiye. Lê FBI gihabû wêneyên wî yên bi unîformayên leşkerî yên artêşa Çîne. Li ser beyana şaş bo vîzeyê, dadgeha îdarî bo wî doz vekiribû.
Ev mijar û mijarên weka wê, di navbera Amerîka û Çînê de bû sedema heya fermana girtina sefaretan. Ji ber Amerîka digot ku sefareta Çînê akademîsyenê biyolog di sefareta xwe de vedişêrê û FBI jî lê digere. Biyologê Çînî Tang îro ji aliyê dewleta Amerîkayê de hat girtin û dadgeha îdarî ya Amerîkayê biryara girtinba wî dabû.
Wezareta dadê ragihand ku Tang bi sedema vîzeya bi hîle li Sacramentoyê hatiye girtin û wê di demeka nêz de wî derxin dadgehê. Ji bilî Tang 3 Çîniyên dinan jî bi sedema di vîzeyan de, di dema serlêdanê de agahiyên şaş dane, wan girtine.
Cîgirê dozgerê ewlehiya netewî John Demers, di beyana xwe de dibêje ku di dema serlêdana vîzeyê de, nasnameya xwe ya rast veşartine û dibe bo her hemwelatiyekî Çînê, 10 sal cezayê zîndanê û 250 hezar dolar cezayê pere bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin