Li Hewlêrê pîrozbahiyên Newrozê hatin betal kirin

Li Hewlêrê pîrozbahiyên Newrozê hatin betal kirin

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ragihand ku ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronaya nû (covid-19) ahengên pîrozkirina Newrozê yên îsal hatine betal kirin.

Firset Sofî îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, di çarçoveya tedbîrên li hember vîrusa koronayê de wan biryar daye îsal aheng û pîrozbahiyên cejna Newrozê werin ragirtin.

Sofî diyar kir ku heta niha ti bûyereke vîrusa korona li sînorê parêzgeha Hewlêrê nehatiye tomar kirin û wan hemû rêkarên pêwîst girtine ber.

Îro Baregeha Barzanî jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji ber rewşa taybet ya piştî belavbûna vîrusa koronayê li navçeyê û li çend welatên derdora Iraqê û hin cihên din ên cîhanê, ji bo parastina tenduristiya xelkê, wê îsal merasîmên cemawerî yên bîranîna koçkirin û jidayikbûna cenabê Barzaniyê nemir Mele Mistefa Barzanî neyên kirin.

Doh 25ê Sibatê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmarek biryarên bo tedbîrên li hemberî vîrusa koronayê wergirtibûn ku ji bo perwerdeyê betlana fermî hatibû ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin