PeyamaKurd – Partî û saziyên li Diyarbekirê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku bi hinceta metirsiya belavbûna korona vîrûsê hemû bernameyên cemawerî û mitîngên pîrozkirina Newroza îsal hatin betal kirin.
Partî û saziyên wekî; Kongra Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Azadî, HDP, DBP, DDKD, PDK-Bakur, PİA, Partiya Komînîsta Kurdistan bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku hemû çalakî û bernameyên Newroza îsal ji ber metirsiya vîrûsa koronaya nû (Covid-19) hatin betal kirin.
Çav li rê ye siba HDP jî piştî civîna awarte ya îro 12ê Adarê, betalkirina mîting û bernameyên cemawerî yên pîrozbahiyên Newrozê ragihîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin