Ukrayna: Di 24 saetên dawî de 29 pevçûn çêbûn

Ukrayna: Di 24 saetên dawî de 29 pevçûn çêbûn

PeyamaKurd- Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê ragihand ku di nav 24 saetên dawî de di navbera hêzên Rus û Ukraynayê de 29 pevçûn çêbûne.

Di daxuyaniyê Serfermandariyê de hat destnîşankirin ku Rusyayê di nav 24 saetên dawî de 14 moşek û 40 êrîşên asîmanî kirine û hêzên Rusyayê 51 caran bi gelek roketavêjan çeper û cihên leşkerên Ukraynayê topbaran kirine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku cihên ji aliyê sivîlan ve tên bikaranîn, rastî êrîşan hatine û sivîl bûne qurbanî û wiha hat gotin:

"Hewildana sereke ya artêşa Rusyayê balkişandina ser Luganskê ye ku hewil bidin dagirkeriyê li herêmên xwe temam bikin û di 24 saetên dawî de 29 pevçûnên leşkerî rû dane."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin