PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Vlodomir Zelenskiy, serokwezîrê berê yê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû yê di hilbijartinan de bi ser ketiye vexwend Kîevê.
Nivîsgeha Zelenskiy ragihandiye ku Zelenskiy û Netanyahû bi pêwendiyeke telefonî axivî ne û Netanyahû bo serdana Kîevê hatiye vexwendin.
Hatiye diyarkirin ku Zelenskiy pîrozbahî li Netanyahû kiriye û wî jî wekî ku di kampanya hilbijartinê de soz daye ew dê li ser pirsa Ukraynayê cidî bifikire.
Herwiha Zelenskiy li ser hesabê xwe yê Twitterê jî peyamek belav kir û diyar kir, hem Ukrayna hem jî Îsraîl rûbirûyî gefên ewlehiyê ne û hêvî dike, pêwendiyeke wan a hevsengî çêbibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin