PeyamaKurd – Rêxistina Heyet Tehrîr El-Şam (HtŞ) û komên çekdar ên hevalbendên wê (Sultan Silêman Şah û Hemzat) piştî ku Efrîn xistin kontrola xwe dest bi talan û standina baca bi zorê kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmê, HTŞ û komên hevalbendên wê bi navê zekatê baca bi zorê li ser zeyta cotkarên Efrînê ferz dikin û herwiha çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi ser Tirkiyê ve, ferzkirina bacê li ser xelkê Efrînê û dizîna berhemên zeytûnan didomînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, HTŞ nêzîkî du hefteyan e derbasî Efrînê bûye û dest danîye ser gundên Efrînê û demildest bi navê zekata zeytê jî dest bi standina baca bi zorê ji cotkarên Efrînê kiriye.
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku tawan û binpêkirinên mirovî kêm nebûne û her dizî, talan, ferzkirina bacan û qutkirina daran berdewam dike û ti cudahiyek di navbera Heyet Tehrîr el-Şam û komên din ên Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê de tune ye.
Piştî dagirkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de, ji bilî binpêkirinên giştî yên mafên mirovan ên wekî kuştin, revandina û îşkencedanê bi hezaran darên zeytûnan jî hatine birîn û berhemên cotkaran jî hatine talankirin û dizîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin