Çînê tunêla herî lezgîn a ba çêkir

Çînê tunêla herî lezgîn a ba çêkir

PeyamaKurd - Mihendizên ji Çînê bi armanca ku bikaribin balafirên hîpersonîk ên bi teknolojiya pêşketî hatine çêkirin biceribînin tunêla herî bilez a ba ava kirin.

Li gor Şînhuaya ajansa Çînê vekolerên Laboratûvara Dînamîkên Xaz û Fişara Zêde ya ku li ser Akademiya Zanistan a Çînê tunêla ji bo ceribandinê hat avakirin, sîmulasyonên firînên leza wan ji ya deng 25 qatî zêdetir e dikin. 

Ev agahî jî bi raya giştî ra hat parvekirin.

Di tunêla dirêjahiya wê 265 metre ye da wê ji bo sîmulasyona firînên supersonîk ên bilind ku leza wan 25 qatî ji ya deng zêdetir e bên kirin.

Tunêlê ba ji bo ceribandina wesaîtên asîmanî tên emilandin û endazyar jî berhemên nû beriya derkevin bazarê li van deveran diceribînin û testên wan dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin