PeyamaKurd- Dadgeha Sûdanê ya li Hartûmê ya bi navê Ûmdûrmanê bi sedema di dema serokkomarê berê yê ji ser karxistî Omer El Beşîr de ku di xwepêşandanan de hêzên ewlekariyê aktîvîstekî bi îşkencê kuştibûn, di derbarê 29 kesan de cezayê îdamê da.
Malbata kesê kuştî yê bi navê Ahmed El Xeyr di dadgehê de daxwaza qissasî kirin. Li ser daxwaza qissasê dadgeh di derbarê 29 kesan de cezayê îdamê û di derbarê 2 kesên sîxuran de 3 sal û bo 7 kesan jî biryara beraetê da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin