PeyamaKurd- Endamê Rêveberiya Biryara Navendî û Lijneya Rêveberiyê ya AK Partiyê Şamil Tayyar îdia kir ku di hegera dûrxistina ji kar a Seroka TTBê de dibe ku qeyûm bê tayînkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê diyar kiribû ku Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê Şebnem Korur Fîncanci, bi tohmeta 'propagandaya rêxistina terorê dike û sivikî li neteweya Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên dewletê kiriye, îro li Stenbolê hatibû desteserkirin.
Piştî desteserkirina Seroka TTBê, cara yekemîn ji qada Ak Partiyê daxuyaniyek hat dayîn û Endamê Rêveberiya Biryara Navendî û Lijneya Rêveberiyê ya AK Partiyê Şamil Tayyar îda kir ku dibe li cihê Fîncanci qeyûm bê tayînkirin.
Tayyar bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî got,
“Seroka TTBê Şebnem Korur Fîncanci, ji ber ku propagandaya PKKê kiriye hat desteserkirin. Her wiha dozgeriyê daxwaza dûrxistina ji kar a Fîncanci kir. Heger daxwaz bê qebûlkirin, dibe ku ji bo serokatiya TTbê, qeyûm bê tayînkirin.”
Şebnem Korur Fîncanci, demek beriya niha gotibû ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) di operasyonên xwe yên li dijî PKKê de çekên kîmyewî bi kar hanîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin