PeyamaKurd – Qeymeqamê Amêdiyê Îsmaîl Mistefa, li ser zerarên şerê PKK û Tirkiyê li deverên ser bi herêma wan û bandora vî şerî li ser rewşa jiyana welatiyên li deverê axivî û got: “Ji salên nodî ve ji ber şerê PKK û Tirkiyê rewşeke taybet û nearam li vî sînorî derketiye holê.”
Îsmaîl Mistefa daye zanîn, di van çend salên dawî de roj bi roj çekdarên PKKê xwe li gund û avahiyan nêzîk kirine, bi vê yekê jî şerê xwe yê li dijî Tirkiyê veguhestiye nav deverê, ev bûye hincetek ji bo artêşa Tirkiyê ku leşkerên xwe bikşîne nav wan deveran û her roj gund û deveran bombebaran û topbaran dikin.
Mistefa eşkere kiriye, ji ber şer, xelkê deverê ketine rewşeke neseqamgîr û her roj welatiyên li deverê gazindên xwe digihînin aliyên pêwendîdar û gilî û gazinan dikin ku çekdarên PKKê kêşe li ber wan dirust dikin û destê xwe dixin nav karûbarên wan ên rojane jî, lê mixabin ew gilî û gazinan bandorek nekir û roj li pey rojan nêzîkî gund û avahiyan dibûn, dawiya dawî ev bû sedema wê yekê ku artêşa Tirkiyê bi navê operasyonan sînor derbas kirin û bi kûrahiya çend kîlometreyan hatine nav axa Herêma Kurdistanê.
Qaymeqamê Navçeya Amêdiyê Îsmaîl Mistefa destîşan kiriye, artêşa Tirkiyê çend dever bêyî şer kontrol kirine, lê dema Pêşmerge ji bo danîna çend xalek diçin wan deveran, çekdarên PKK li hember wan disekinin û şehîd û birîndar dikin, tevî ku yekane hêza rewa ya li wan deveran hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin