Parêzvanê wezîrê berê hat zîndanîkirin

Parêzvanê wezîrê berê hat zîndanîkirin

PeyamaKurd- Rêvebiriya asayîşa Hewlêrê îro di derbarê parêzvanê berê yê wezîrê darayî ku yê hukumeta 8 em bû, ragihand ku kesê bi navê Rojgar Rizgar Muhammed hatiye zîndanîkirin. Rêvebiriya asayîşa Hewlêrê ragihand ku Rojgar Rizgar Muhammed, di dema ku parêzvaniya wezîrê darayî dikir de, agahiyên aîdê îstîxbaratê, bi awayeka bi dizî, bo berjewendiyên hêzên biyanî, bi dizî daye derve. Di beyana asayîşê de weha hat gotin:

“Piştî li ser bûyerê belge derketin ortê, bi fermana dadger, Rojgar Rizgar Muhammed hat girtin. Muhammed îtîrafan kir ku di dema parzavaniya fermî dikir, casûsiyê kiriye. Temamê hûrgiliya meselê ji aliyê meqamên dadî ve tê lêkolînkirin.”

Beyana rêvebiriya asayîşa Hewlêrê weha ye:

"Bo raya giştî,

Rojgar Rizgar Muhammed, kesekiye ku bo wezîrê darayî yê hukumeta 8 emîn parêzvaniyê kiriye. Di dema ku Muhammed parêzvaniyê dikir, agahiyên aîdê serwîsa îstîxbaratê, bi awayeka bi dizî, bo berjewendiyên hêzên biyanî daye dereka dinê. Ev binpêkirina hukumeta herêmê, xelkê Kurdistanê, wezîrê darayî yê dewra xwe ye. Piştî belgeyên bûyerê derketin ortê bi fermana dadwer hat girtin. Parêzvanê berê, di babeta casûsiya ku kiriye de îtîrafan kir. Ev bûyer ji aliyê meqamên dadî de, bi hûrahî tê lêpirsîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin